Amed | HDPê tevî yên Kurdistanî danasîna namzedên xwe kir
PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro 24ê Çileyê li Diyarbekirê danasîna namzedên hilbijartinên şaredariyan kir.
HDPê ji bo Mêrdînê Ahmet Turk û ji bo Amedê jî Selçuk Mizrakli ji bo hilbijartinên şaredariyan destnîşan kiribûn.
Di nav lîsteya namzedên şaredariyan yên îro danasîna wan hat kirin de, namzedên ku di çarçoveya tifaqa 9 partiyên Kurdistanî de hatine destnîşankirin jî cî girtin.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di civîna danasîna namzedan de bal kişand ser qeyûmên li şûna şaredarên hilbijartî hatine danîn û got, “Dê ew qeyûm roja 31ê Adarê biçin, em ê hemû bi hev re wan bişînin. Wê ev gel xwedî li xwe jî bajarên xwe jî derkeve û roja 31ê Adarê wê nîşan bide ew dê car din xwe birêve bibe.”
Buldan li ser tifaqa partiyên Kurdistanî jî diyar kir, “Dixwazim bibêjim ku tifaqa me ya bi partiyên Kurdistanî re xwedî girîngiyeke mezin e. Em ji îro şûnde namzedên xwe emanetî gelê xwe dikin…Yên ser bikevin dê em bin, dê Kurd bin, ciwan û jin bin. Ligel spasiyên xwe we hemûyan silav dikim.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin