Amarên ziyanên canî û madî yên erdheja Bakur-Rojhilat hatin eskere kirin

24 sibat 2020 19:12
Amarên ziyanên canî û madî yên erdheja Bakur-Rojhilat hatin eskere kirin

PeyamaKurd - Di encama erdhejên doh li sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bi dijwariya pileyên 5,7 û 5,9 çêbûn de, li herêmên parêzgeha Wanê û Ûrmiyê gelek ziyanên canî û madî çêbûn.

Li gorî amarên fermî yên rayedarên Tirkiyê, di encama erdheja yekem a serê sibehê de, li  gundên Elbîs û Eleziyê, 4 jêi wan zarok 9 kesan can da û digel herîfîna bi dehan xaniyên gundan hejmareke zêde ya pezê wan jî telef bûn. Herwiha heta niha 250 xanî û 300 axûr rûxiyane û di 700 xaniyan de jî zirareke mezin çêbûye.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbarê hejmara birîndaran de ragihand, “Bi giştî 39 kes birîndar bûne, 2 ji wan di beşa giran de ne. 12 kes çareseriya wan a pîzîşkî hatiye kirin.”

Li aliyê din li navçeya Elbakê (Başkale) ya Wanê îro ji ber erdhejê, bo 15 rojan perwerdehiya dibistanan hat rawestandin.

Li gorî ragihandina Navenda Krîzan a Urmiyê, li Rojhilatê Kurdistanê jî di encama erdhejên doh rû dan de, ziyaneke mezin çêbûye.

Navendê ragihand ku li parêzgeha Urmiye 104 kes birîndar bûne û zirar gihiştiye 1000 xaniyên 43 gundên ser bi bajarên Kela Xwê (Xoy) û Selmasê.