Amarên herî zêde yên rojekê hatin ragihandin
17 îlon 2020 19:22
PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên herî zêde yên rewşa vîrusa koronayê yê rojekê ragihand.
Li gorî daxuyaniya wezaretê ya 17ê Îlonê, di 24 demjimêrên borî de 29 kesan ji ber koronayê can dane û 680 kesên din jî pê ketine.
Ji 680 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine 206 kes li Hewlêrê, 114 kes li Silêmaniyê, 25 kes li Germiyanê, 305 kes li Duhokê û 30 kes li Helebceyê ne.
29 kesên can dane jî 6 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê,, 2 li Germiyan, 2 kes li Raperîn û 12 kes li Duhokê ne.
Bi van amarên dawî re, hejmara giştî gihîşt 39 hezar û 341 kesan, hejmara mirinan bû 1446 kes û 24 hezar û 792 jî ji wê nexweşiyê baş bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
NY: Herî kêm 64 sivîl hatine kustin, zêdetirî 160 hezar kes koçbûn bûne
27 sbt 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin