Amarên dawî yên vîrusa korona li dinyayê: Tenê li Lombardy a Îtalya 380 kes mir
PeyamaKurd – Hejmara tûşbûyên vîrusa koronayê bi kêliyan li seranserê dinyayê zêde dibe û li gorî amarên dawî hejmara tûşbûyan gihîştiye 250 hezar kesan û hejmara kesên can dane jî 10 hezar kesan derbas kiriye.
Îtalya ketiye pêşiya Çînê navenda derketina vîrusê bû û li gorî amarên doh 3 hezar û 405 kes pê mirine û hejmara tûşbûyên vîrusê jî gihîştiye 41 hezar û 35 kesan û 4 hezar û 440 kes jî baş bûne.
Li Çînê hejmara tûşbûyan 80 hezar û 928 kes e, ku 3 hezar û 245 kes pê mirine û 70 hezar û 420 kes jî baş bûne.
Îran
Wezareta Tendirustiya Îranê îro ragihand, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 149 kesên din bi nexweşiya vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê vîrusê gihîştiye 1433 kesan.
Cîgirê Wezîrê Tendirustiya Îranê, Elîriza Reyîsî îro 20ê Adarê li Tehranê di civîneke rojnamevanî ragihand, ji doh ve heta îro li gor pişkinînên hatine kirin, 1237 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa COVID-19 li Îranê hatine tomarkirin û hejmara giştî ya tûşbûyên vê vîrusê li seranserê Îranê gihîştiye 19 hezar û 644 kesan.
Herwiha heta niha 6 hezar û 745 kes ji tûşbûyên vîrusa koronayê jî baş bûne û ji nexweşxaneyan vegeriyane malên xwe.
Li pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê jî 76 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin. Wezareta Tendirustiya Îranê ragihandiye, di 24 demjimêrên bihorî de, 9 haletên nû li Loristanê, 27 halet li Urmiyê, 15 halet li Sine, 5 li Kirmaşanê û 20 haletên nû jî li Îlamê hatine piştratskirin.
Bi vê yekê hejmara kesên ku heta niha li Rojhilatê Kurdistanê bi nexweşiya vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 1288 kesan
Almanya
Peymangeha Robert Kox a Almanyayê ragihand, hejmara halêtên tûşbûna covid19 di navbera şevek û rojekê de 2958 zêde bûne û hejmara tûşbûyan gihîştiye 13 hezar û 957 kesan û hejmara mirîyan bûye 31 kes.
Herwiha di 24 demjimêrên borî de jî 11 haletên mirinê hatine tomarkirn û hejmara mirîyan bi bûye 31 kes.
Îsraîl
Wezareta Tenduristîya Îsraîlê ragihand, hejmara tûşbûyan ji 700 kesan derbas kir.
Rewşa 10 kesan giran e, 18 kes jî di rewşa nîv metirsîyê de ne û 15 kes jî bi temamî baş bûne.
Rusya
Li Rûsyayê 53 haletên nû yên tûşbûyên covid19 hatine tomarkirin û hejmar giştî li seranser Rûsyayê bûye 259 kes.
Îspanya
Li Spanyayê di 24 saetên dawîn de hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya bi cureya nû (Covid-19) mirin 235 kes zêde bû û heta niha li wî welatî 1002 kes ji ber Covid-19ê canê xwe ji dest dane.
Li çar aliyê Spanyayê jî hejmara haletên tûşbûna bi Kovîd-19ê ketine her diçe zêde dibe û gihîşte 19 hezar û 980 kesan.
Tirkiye
Li gorî amarên fermî yên doh 19ê Adarê, 4 kes ji vîrusa korona mirine û hejmara tûşbûyan jî 359 kes e ku dibe îro ew hejmar gelekî zêdetir bibe.
Herwiha li welatên Ewropayê bi giştî û li Îtalya, Ispanya, Fransa û Almanyayê bi taybetî, rêjeya belavbûna vîrusa koronayê bi awayekî bilez zêde dibe û li gor Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO), niha welatên ewropî bûne navenda belavbûna vê vîrusê li cîhanê ku berî niha bajarê Wuhan li herêma Hubei a Çînê bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin