Alûsî: Ha te kîmyewî avêt, ha te bi fuze û dronan êrîsê Kurdistanê kir, heman tistin
PeyamaKurd – Yek ji rêvebirê Iraqê Mîsla Alûsî di ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê de li ser komkujiya Helebçeyê peyamekî belav kir. Di peyamê de hestên xwe diyar kir. Mîsal Alûsî weha got:
“Kesên berê bi çekên kîmyewî êrîşê Kurdistanê kirin û yên ku îro fuze davêjin û bi dronan êrîş dikin Kurdistanê, di navbera wan de çi ferq heye?”
Alûsî, di dewama daxwuyaniya xwe de got ku rejîma Baasê berê li hemberê Kurdistanê çekên kîmyewî bikardianî û niha yên ku desthilatin, budçeya xelkê Iraqê didizin, mafên qurbaniyên Helebçeyê înkar dikin, di navbera wan de ti ferq tineye?
Rejîma Baasê di 16 ê adar a 1988 an de çekên kîmyewî avêtibû bajarê Helebeçeyê û li dora 5 hezar Kurdan kuştibû û 5 hezar kesan jî seqet kiribû.
Peyama Mîsal Alûsî ket piştî ku pasdarên Îranê bi 11 fuzeyan êrîşê payîtexta Kurdistanê Hewlêrê kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin