Almanya xwe ji bo 'şer' amade dike: Dê stargeh çawa bên dîtin?
Almanya planeke parastina sivîl amade dike ku tê de sepaneke dîtina stargehê û 110 hezar doşekên meydanî hene.
RûpelNews - Hatiye ragihandin ku Almanya, wek bersivdayîna li hember senaryoyên cuda yên gefan, planeke parastina sivîl amade dike ku tê de sepaneke dîtina stargehê û 110 hezar doşekên meydanî hene.
Li gorî raporeke rojnameya Bildê, Wezareta Karên Navxwe plan dike ku di nav sê salan de 10 milyar euro ji bo tedbîrên parastina sivîl veqetîne.
Wekî beşek ji vê yekê, dê ji bo telefonan sepaneke dîtina stargehan were çêkirin û dê 1000 wesayîtên nû yên destwerdana taybet û 110 doşekên meydanî werin kirîn.
Ev yek dê rê bide welatiyan ku bi lezgînî ber bi stargeha herî nêzîk ve werin arastekirin.
Wekî din, dê di nav Wezareta Karên Navxwe de yekîneyeke nû were damezrandin da ku di dema krîzan de bi hêzên çekdar ên alman re hevrêziyê bike.
Dê li seranserê welêt bernameyên perwerdehiyê yên standard ji bo rûbirûbûna gefên kîmyewî, biyolojîk, radyolojîk û atomî werin pêşxistin.
Di vê navberê de, dê hemû stargehên giştî, jêrzemînên ewle û stasyonên binê erdê yên li Almanyayê werin tomarkirin.
Serokê Xaça Sor a Alman Hermann Gröhe, her wiha bang li hikûmetê kir ku zûtir tevbigere.
Di daxuyaniya xwe de, Gröhe got, "Eger em ji bo krîzên wiha baştir amadekariyê nekin, em dê di rewşeke awarte de gel bêhêvî bihêlin."
Gröhe, ku tekez kir ku rîskên ewlehiyê tenê bi şerên çekdarî sînordar nabin, bal kişand ser wê yekê ku êrîşên li ser binesaziya krîtîk jî dikarin bibin sedema encamên giran.
Desthilatdar tekez dikin ku ne tenê saziyên dewletê, lê welatî jî divê ji bo krîzên muhtemel amade bin, û ew pêşniyar dikin ku li malê xwarin bi qasî herî kêm 10 rojan têra bike hebe.
Tê destnîşankirin ku niha li Almanyayê kêmasiya stargehan, dilxwazên perwerdekirî û alavên teknîkî heye.
