Almanya: NATOyê ‘Plana Herêma Ewle ya Navnetewî’ qebûl kir

25 cotmeh 2019 23:22
Almanya: NATOyê ‘Plana Herêma Ewle ya Navnetewî’ qebûl kir

PeyamaKurd – Wezîra Berevaniya Almanya Annegret Kramp-Karrenbauer ragihand, plana wan a ji bo Rojavayê Kurdistanê ya ‘Herêma Ewle ya Navdewletî’ ku pêşkeşî NATOyê kirine hatiye qebûlkirin û NATO piştgiriyê dide wê planê.

Annegret Kramp-Karrenbauer, pêşniyara ‘Herêma Ewle ya Navdewletî’ pêşkeşî NATOyê kir ku tê de tê xwestin, herêmeke di bin mekanîzmeya kontrola navdewletî de bê avakirin ku Rûsya û Tirkiye jî tê de cî bigirin.

Kramp-Karrenbauer,  bal kişand ser ku ji bo parastina sivîlan û têkoşîna dijî DAIŞê ew pêşniyara wan xwedî girîndiyeke mezin e.

Wezîra Alman herwiha diyar kir ku nabe kontrola sînorên Sûriyê bikeve destê Rûsya û Tirkiyê ku ew ne çareseriyeke tetmînkar e.