Almanya: Lîstikek ji bo xwendekaran ku 'antisemîtîzmê nas bikin'
Projeyeke perwerdeyî ya ku ji bo têkoşîna li dijî naveroka antisemîtîzma a ku li ser medyaya civakî li Almanyayê belav dibe hatiye sêwirandin, hate destpêkirin.
RûpelNews - Lîstika dîjîtal a bi navê 'ShoutOut!', ku ji aliyê Zanîngeha Duisburg-Essenê ve hatiye pêşxistin, armanc dike ku xwendekaran fêr bike da ku gotarên nefretê yên antî-emîtîk û parvekirinên xapînok ên ku dibe ku ew li ser înternetê rastî wan werin, nas bikin.
Li gorî raporeke BILDê, di lîstikê de, ku nêzîkî 15 deqeyan didome, xwendekar naverokên ku dişibin parvekirinên medyaya civakî dinirxînin û hewl didin ku cudahiyê bikin ka kîjan ji wan axaftina nefretê, dezenformasyon an jî propagandaya antîsemîtîk dihewîne. Di lîstikê de herwiha mînakên wekî vîdyoyên sexte yên bi AIyê hatine çêkirin, parvekirinên ku Holokostê berovajî dikin û naverokên ku stereotîpên derbarê cihûyan de dihewînin jî hene.
"Axaftina nefretê ya serhêl zêde dibe"
Felix Klein, Komîserê Hikûmeta Federal a Almanyayê yê ji bo Têkoşîna li Dijî Antîsemîtîzmê, yê ku proje pêşkêş kir, destnîşan kir ku axaftina nefretê ya serhêl zêde dibe û got: "Kiryareke ku di jiyana rast de sûc e, divê li serhêl jî bêceza nemîne."
Lêkolînerên ku lîstik pêş xistine destnîşan kirin ku ciwan bi giranî nûçeyan bi rêya medyaya civakî dişopînin, û parvekirinên ku eleqeya zêde werdigirin dibe ku wekî pêbawer werin dîtin, heta ku ne rast bin jî. Li gorî lêkolîneran, proje armanc dike ku alîkariya xwendekaran bike da ku di hawîrdora dîjîtal de axaftina nefretê û dezenformasyonê bi hêsanî nas bikin.
Zêdebûna bûyerên antî-semîtîk ên serhêl li Almanyayê di salên dawî de, pêşxistina amûrên nû yên dîjîtal di vî warî de di nav saziyên perwerdehiyê de lezandiye. Lîstika 'ShoutOut!', ku wekî beşek ji vê înîsiyatîfê hatiye pêşxistin, tê plankirin ku li dibistanan wekî çavkaniyek perwerdehiyê were bikaranîn.
