Almanya: Ji bo Îranê, amadekariya dorpêçan tê kirin
PeyamaKurd- Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, li ser dorpêçên nû yên Yekîtiya Ewropayê yên li dijî Îranê, daxuyaniyek da. Annalena Baerbock da zanîn ku xebatên ji bo dorpêçan, dest pê kirine.
Ji aliyê Annalena Baerbock ve hat ragihandin ku ji bo berteka li dijî Îranê ku xwepêşandanên ji bo kuştina Jîna Emînî tên çewisandin, ew ê Yekîtiya Ewropayê (YE), di hefteya pêş de hewil bide dorpêçên nû deyne ser Îranê.
Baerbock bi rêya daxuyaniyê da zanîn ku ew dixwazin van dorpêçên nû, di hefteya bê de bikin jiyanê.
Di dawiya cotmehê de bi taybetî li ser helwesta li dijî xwepêşandêrên ji bo keça Kurd Jîna Emînî tê nîşandan, li ser 11 kes û 4 saziyan ên Îranî, ji aliyê YEyê ve dorpêç hatibûn sepandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin