Almanya | Hejmara kesên ji ber lehiyê can dane gihîst 171 kesan
21 tîrmeh 2021 12:29
PeyamaKurd – Li eyaletên Rheinland-Pfalz, Bakur-Ren Vestfalya û Bavyerayê yên Almanyayê, beriya çend rojan di encama barana gur de, lehî rabû û gelek kesan ji ber lehiyê can dan. Li gor amarên dawî, hejmara kesên can dane gihîşt 171 kesan.
Li gor daxuyaniya polîsên Koblenzê, li eyaleta Rheinland-Pfalzê hejmara kesên can dane gihîşt 122 kesan û 763 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Karên Derve ya Eyaleta Bakur-Ren Vestfalya jî diyar kir, hejmara kesên ji ber lehiyê mirin gihîşt 48 kesan.
Li eyaleta Bavyerayê li herêma Berchtesgadener Landê jî heta niha kesekî can daye.
Li gor van agahiyan, li Almanyayê tevahî 171 kes ji ber lehiyê can dane.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hejmara kesên di lehiyê de can dane gihîst 77an
17 tbx 2021
Jiyan
Li Tirkiyê hejmara kesên ji ber lehiyê can dane gihîst 27an
13 tbx 2021
Cîhan
Hejmara kesên di erdhejan de can dane 38 hezar derbas kir
17 sbt 2023
Cîhan
Hejmara kesên di qezaya Dêrikê de can dane gihîst 20an
21 tbx 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin