Almanya di ser Hollanda de dê fuzeyên tanqsawaran bisîne Ûkraynayê

27 sibat 2022 00:07
Almanya di ser Hollanda de dê fuzeyên tanqsawaran bisîne Ûkraynayê

PeyamaKurd – Piştî Rûsya tevgera leşkerî kir ser Ûkryanayê, hukumeta Almanya îznê da ku 400 heb fuzeyên tanqsawaran di ser Hollanda de bişîne Ûkraynayê.

Hukumeta Alman ragihand ku Ûkrayna 400 fuzeyên tanqsawaran xwestiye. Wê fuzeyan ewilî bifroşin Hollanda û piştî erêkirina Almanya wê bişînin Ûkraynayê.

Hevkên NATO û endamên Yekîtiya Awrûpayê qedexe kiribûn ku Almanya ji bo Ûkraynayê sîlih amade bike. Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz heya niha red kiribû ku ji bo Ûkraynayê sîlihên kujer amade bike.