Aliyên Sûriyê ji bo hevdîtinên gera 7an ên Cenevê li hev kir
22 cotmeh 2021 17:33
PeyamaKurd – Gera 6an a civînên Cenevê yên Sûriyê ku bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî pêk tên bidawî bû.
Serokên şandên her du aliyên opozîsyon û rejîma Sûriyê di gera 6an a 18ê Cotmehê destpê kiribû de, li Cenevê di çarçoveya gotûbêjên Komîteya Nivîsandina Destûra nû ya Sûriyê de cara yekem li dor heman maseyê civiyan.
Hat ragihandin ku gotûbêjên gera 6an ên komîteyê îro 22yê Cotmehê bidawî bûn û her du aliyan li ser li hev kir ku meha bê ango di meha Mijdara 2021ê de ji bo gera 7an a Komîteya Destûrê bicivin.
Biryar e Nûnerê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen, îro derbarê hevdîtinên Cenevê de civîneke rojnamevanî saz bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Gera 22yan a hevdîtinên Astana yên Sûriyê dest pê kir
11 mjd 2024
Jiyan
Hevdîtinên Cenevê yên aliyên Libyayê bi ser neketin
01 trm 2022
Cîhan
Pedersen ji wezîrê Sûriyê xwest tevlî gera 6an a Cenevê bibin
12 îln 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin