Alîkariyên mirovî ku digihên Xezzeyê zêde dibin
27 mijdar 2023 03:12
PeyamaKurd - Hêjamara Tirên balhilgir ên ku alîkariyan digihînin Xezzeyê ji 200 tiran derbas bûye.
Peymana agirbestê yê di navbera Îsraîl û Hamasê de, di demjimêr 7:00ê 24'ê Mijdarê de destpê kiribû û li gor wê peymanê dê agirbest 4 roj berdewam bike.
piştî wê peymanê li gel bihevguhastina dîlgirtiyan, rê hatibû dayîn ku alîkariyên mirovî jî ji bo Xezzeyê bên şiyandin.
Piştî 7'ê Cotmehê yekem car alîkarî gihiştin Xezzeyê. Hatiye ragihandin ku Tirên alîkariyê ku di deriyê Refah a li Sînorê Misirê derbas bûne, ji 200 tiran derbas bûne.
Rayedarên Îsraîlî ragihandine ku ji bo bakûrê xezzeyê jî alîkarî diçin û heta niha 61 tirên alîkariyê derbasî bakûrê Xezzeyê bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
DYAyê alîkariyên mirovî ji hewayê avêt Xezzeyê
12 nsn 2024
Cîhan
Dezgeha Xêrxwazî ??ya Barzanî alîkariyên mirovî disîne Xezzeyê
22 mjd 2023
Cîhan
BCFê di meha rojiyê de alîkariyên xwe zêde kirin
26 adr 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin