Aldar Xelîl: Rêkeftina li gel hikûmeta Sûriyê tenê leskerî ye
PeyamaKurd- Berpirsê Desteya Cîbicîkar a TEV-DEMê Aldar Xelîl ragihand ku rêkeftina li gel hikûmeta Sûriyê tenê ji bo parastina sînoran e û niha tenê di warê leşkerî de ye.
Berpirsê Desteya Cîbicîkar a TEV-DEMê Aldar Xelîl derbarê rêkeftina li gel rejîma Sûriyê ragihand ku rêkeftina di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyê de ji bo parastina sînorên Sûriyê ye û ew rêkeftin tenê di warê leşkerî de pêk hatiye.
Aldar Xelîl ragihand ku di wê rêkeftinê de çarenivîsa desthilata xwecihî û rêveberiya bajaran tê de nîne û got ev hewldaneke bilez e bo rûbirûbûna êrişa Tirkiyê ya li ser Sûriyê.
Serokê Dezgeha Berevaniyê ya Kobaniyê Ismet Şêx Hesen îro aşkere kiribû, “Dema ku me digot ti kes piştevanê me nîne û pêwîst e Kurd li kêleka hev bisekinin û bikarin hevkariya hev bikin, kesê bawerî bi me nedikir. Dibînin êrişî me dikin û ji me re dibêjin em nikarin piştevaniya we bikin. Ji ber wê yekê em û rejîm û rûsî rêkeftin, biryare vê êvariyê bigihijin nav Kobanê.”
Peyamnêrê zanyariyan hêzên ser bi artêşa Sûriyê ve, li Qamişlo û Hesekê li benda fermanê ne ku li bajar belav bibin.
Li gor rêkeftina HSD û Artêşa Sûriyê;
- Artêşa Sûriyê dê bi dirêjahiya sînorê Rojava û Sûriyê belav bicih bibe.
- Artêşa Sûriyê dê bikeve navenda bajarên Minbic û Kobaniyê.
- Artêşa Sûriyê dê bikeve Tebqa, Benda Firatê li Reqqayê û Mensûreyê.
- Rafîneriya petrolê ya li Dêrê Zorê dê radestî Artêşa Sûriyê bê kirin.
Herwiha hatiye gotin ku Artêşa Sûriyê heta demjimêr 15.00an roja Duşemê, dem da ye ku Qamişlo radestî wan bê kirin
Rêveberiya Xweser îşev bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ew li gel hikûmeta Sûriyê rêkeftine ku Artêşa Sûriyê vegera hemû navçeyên di navbera Tirkiye û Sûriyê de.
Rêveberiya Xweser daxuyaniyek belav kir û amaje bi wê kir, “Em li gel hikûmeta Sûriyê gihiştin rêkeftinê ji bo ku Artêşa Sûriyê bi dirêjahiya sînorê Sûriyê û Tirkiyê bich bibe. Ji bo ku hevkariya Hêzên Sûriya Demokrat bike bo rûbirûbûna li hember wê êrişê û ji bo rizgarkirina wan navçeyên ku artêşa Tirkiyê û kirêgirtiyan kontrol kirine.”
Li aliyê din tê gotin ku Rûsya li ser daxwaza HSDê razî bûye ku navçeya dijefirînê bê ragihandin û hewiha hatiye gotin ku balafirên rûsî li ser herêmê geriyane bo rêgiriya firokeyên Tirkiyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin