Aldar Xelîl: Rejîm bi me re li hev bike, wê krîza aborî nemîne
PeyamaKurd - Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEMê Aldar Xelîl di bernameyeke Ronahî TVyê de bidawîkirina krîza aborî ya li Sûriyê bi lihevkirina Rêveberiya Xweser û rejîmê ve girê da û got, lihevkirina navbera Rêveberiya Xweser û Rêjîma Sûriyê wê krîza aborî bi dawî bike, cezayên aborî li ser Sûriyê bişkîne û dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bike.
Aldar Xelîl li ser rewşa aborî diyar kir ku, ev krîz encama şerê 9 salan e û heta niha desteka Rûsya, Îran, Çîn û bankên Lubnanê hiştiye ev aborî li ser lingê xwe bimîne.
Xelîl destnîşan kir ku, paşguhkirina Rêjîmê ji xwestekên gel re, hişt welatên mezin destê xwe werdin û cezayan lê bibirin û ev sedema sereke ya krîzê ye
Aldar Xelîl, ji Rêveberiya Xweser jî xwest, aboriya civakî bi pêş bixe û wiha pê de çû:
“Sûriyê di aliyê çandiniyê de xurt e ji ber vê yekê divê gel aboriyaa xweser li herêmên xwe bipêş bixin û li gorî siyaseta destgirtinê tevbigerin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin