Aldar Xelîl hurgiliyên vekisînê eskere kirin: Rûsyayê garantî da ku Erdogan êrîs neke

28 cotmeh 2019 21:43
Aldar Xelîl hurgiliyên vekisînê eskere kirin: Rûsyayê garantî da ku Erdogan êrîs neke

PeyamaKurd - Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEMê di Rêveberiya Rojava de, Aldar Xelîl li ser vekişîna hêzên Kurdî ji sînorê bakurê Kurdistanê ragihand ku Rêveberiya Xweser wek xwe dimîne û cigih guhertina HSDê bi garantiya Rûsyayê ya ku Erdogan êrîş neke pêk hatiye.

Aldar Xelîl ji medya Rojava re ragihand, “Cih guhertina hêzên HSD/QSDê bi şertê ku Rusya garantiya Erdogan êrîş neke pêk hatiye. Piştî vê wê ti hêzek nêzî herêmên me nebe. Rêveberiya leşkerî dê bajar û navçeyan biparêze û her cihê hatiye azad kirin wê wek xwe bimîne.”

Hêjayî bîrxistinê ye, HSDê doh dabû xuyakirin ku wan piştî danûstandinan bi Rûsyayê re li hev kiriye ku li gorî rêkeftina Soçî ya navbera Rûsya-Tirkiye ji herêmên sînorî vekişin û ragihandibû ku vekişîn dest pê kiriye û hêzên artêşa Sûriyê li cihê wan bicih dibin.

Aldar Xelîl herwiha got ku di rojên pêş de di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de ji bo çareseriyê wê danûstandin pêk werin û hemû hewldanên wan ji bo pêşîgirtina dagirkeriyê ye.

Xelîl destnîşan kir, “Herwiha Dêrezor, Reqa û cihên dawî jî hatîn rizgar kirin, wê ew jî ji aliyê xelkê wê herêmê ve ku rêveberiyek hatiye damezrandin, weke xwe bimîne. Wê deriyê Sêmalka weke xwe bimîne û niha Rêveberiya Xweser birêve dibe.”

Li gorî daxuyaniyên Aldar Xelîl li bajarên ku HSD, YPG, YPJ derkeve jî wê ciwanên herêmê bi rêya rêveberiya leşkerî bajar û navçeyên xwe biparêzin û  li ser sînor jî hêzên Suriye bicih bibin û got, “Lê di nava bajaran de rêveberiya xweser û asayîşa rêveberiya xweser hebe.”