Aktîwîsta Kurd a Êzîdî xelata asîtiyê stand!

05 cotmeh 2018 17:27
Aktîwîsta Kurd a Êzîdî xelata asîtiyê stand!

PeyamaKurd- Xelata Nobelê ya Aşîtiyê ya sala 2018an dane aktîwîsta Kurd a Êzîdî Nadîa Murad û Doktor Denis Mukwegeya Kongoyî.

Nadîa Murad û Doktor Denis Mukwege li dijî bikaranîna cinsiyetê ya di şer û pevçûnên çekdarî de, gelek xebat kiribûn. Ji ber van xebatên wan, Nadîa Murad û Doktor Denis Mukwegeya layîqî vê xelatê hatin dîtin.

Her kesên ku şertên wan digirin, dikarin ji bo vê xelatê serlêdanê bikin. Navên namzetan 50 salî tê veşartin.

Îsal 216 kesan şexsî, 115 kesan bi saziyê, tevde 331 kesî serlêdan ji bo xelatê kiribû.