Aktîvîstê kurd li Ûrmiyê ji aliyê polîsên asayîsê yê Îranê ve hat binçavkirin
16 cotmeh 2024 18:48
PeyamaKurd – Hemîd Çapatî, aktivîstê sivîl yê ji Ûrmiyê, piştî gazîkirina bo emniyeta Ûrmiyeyê, hatiye binçavkirin û ew birine cihekî nediyar.
Li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê radigihîne, îro Çarşema 16ê Cotmeha 2024an, polîsên ewlehiyê bêyî ku biryara dadgehê hebe, bi ser mala vî çalakvanê sivîl de girtine û lêgerîn lê kirine. Ji ber ku ne li malê bûye, polîsên asayîşê bi telefonê jê daxwaz kirine ku bi xwe biçe cem wan.
Piştî ku Hemîd Çapatî çûye cem polîsên asayîşê, hatiye binçavkirin û birine cihekî nediyar. Tê gotin ku ji ber weşandina çend gotaran li ser torên civakî hatiye girtin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Welatiyekî Kurd ji aliyê polîsên sivîl ên girêdayî Tirkiyê hat girtin
07 brf 2021
Cîhan
Li Ûrmiyê du kolberên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kustin
19 mjd 2020
Teknoloji
Hilbijartinên Iraqê: Rikeberiya aliyên Iraqî û armanca Kurdan
23 cot 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin