Aktayê AKPyî: Pirsgirêka Kurd çareser bû, tistek nema!
PeyamaKurd – Endamê AK Partiyê Yasîn Aktay derbarê pirsgirêka Kurd de daxuyanî da û got, "Êdî tiştekî ku bê çareserkirin nema, pirsgirêk çareser bû."
Serokê Lijneya Rêvebiriya Ak Partiyê Yasîn Aktay derbarê hilbijartinên serokomarî û parlementeriyê yên ku di 14ê Gulanê de li Tirkiyeyê tên kirin de diyar kir, erdhejên ku navenda wê Mereşê ye tesîreke neyînî li xebatên hilbijartinê yên ku AK Partiyê bi amadekariyên mezin plan dike kir.
Aktay got, "Belê jiyan zehmet e, li hemû welatan jiyan zehmet e, li hemû cîhanê enflasyon heye."
Pirsgirêka Kurd çareser bû
Şêwirmendê Serokê Giştî yê AK Partiyê Aktay li ser pirseke derbarê pirsgirêka Kurd de wiha bersiv da.
"AK Partiyê di mijara pirsgirêka Kurd de gavên gelekî wêrek avêtiye ku tu kesî newêrîbû bike. CHP tu carî xwe nêzî pirsgirêka Kurd nake. Berovajî, sedema pirsgirêka Kurd CHP ye, zimanê wan qedexe kirin qedexe kirin ku bibêjin em Kurd in. CHPê kir, lê îro bi HDPê re hevkariyê dike.
Pirsgirêka Kurd êdî çareser bûye, tiştek nîne ku were çareserkirin, pirsgirêk çareser bûye.
Di dawiyê de eşkere kir, CHP Kurdan înkar dike û got, "Ez ji tifaqa HDP-CHPê gelekî şerm dikim."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin