AK Partî: Hin kesên ku di nava DEM Partiyê de ne zirarê didin pêvajoyê

13 nîsan 2026 20:55

Berdevkê AK Partiyê, rexneyên tund li hin siyasetmedarên DEM Partiyê girtin got; di nava DEM Partiyê de hin kes hene zirarê didin pêvajoyê. 

AK Partî: Hin kesên ku di nava DEM Partiyê de ne zirarê didin pêvajoyê

RûpelNews - Berdevkê Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) Omer Çelîk, piştî civîna li Enqere ku bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, derbarê mijrên civînê û proseya çareseriyê ya nû de axivî.

Çelîk, destnîşan kir ku di civînê de geşedanên herêmî û cîhanî û herwiha pêvajoya "Tirkiyeyeke bê teror" hatin nirxandin, û herwiha ji aliyê Serokê MÎTê Îbrahîm Kalîn ve pêşkêşiyek jî hatiye kirin.

"Em bawer dikin ku hin daxuyanî bandoreke neyînî li ser pêvajoyê dikin"

Di bersivdana pirsa derbarê daxuyaniyên DEM Partiyê de, Çelik diyar kir ku di nav partiyê de nêzîkatiyên cuda hene. Çelik, ku amaje pê kir hin parlamenterên DEM partiyê bi zimanekî berpirsiyar pêvajoyê dinirxînin û got, "Em dibînin ku çend kes di nav DEM Partiyê de daxuyaniyan didin ku dixuye piştgiriya çareseriyê dikin, lê belê çend kes hene ku armanca gotinên wan têkbirina pêvajoyê ye." 

Li gorî Çelîk, daxuyaniyên hin siyasetmdarên DEM Partiyê sînorê rexneyan derbas dike û bi neyînî nêzîkî proseya çareseriyê dibin.
Çelîk destnîşan kir ku mînakên bi vî rengî berê jî hatine dîtin û diyar kir ku nêzîkatiyên wiha ne alîkarê pêşveçûna pêvajoyê ne.

Mijara çekdanîna PKKê

Di daxuyaniya xwe de, Çelîk her wiha behsa pêvajoya çekdanîna PKKê jî kir û diyar kir ku ji bo ku ev pêvajo bi awayekî rast bixebite, mekanîzmayên piştrastkirinê pêwîst in. Çelîk, amaje bi xebatên komîteyê yên ku li Parlementoya Tirkiyeyê tên meşandin, kir û diyar kir ku di pêşnivîsa raporê de bendên yasayî yên têkildarî pêvajoya bêçekkirinê hene.