Ajansa Dermanan a Ewropayê heba korona ya Pfizerê pesend kir

29 rêbendan 2022 00:33
Ajansa Dermanan a Ewropayê heba korona ya Pfizerê pesend kir

PeyamaKurd - Ajansa Dermanan a Ewropayê (EMA) dermanê vîrusa korona yê ji aliyê kompaniya Pfizer ve hatiye pêşxistin pesend kir.

Cara yekem dermanê bi navê Paxlovid ê wekî heb ku ji bo nexweşiya koronayê ji dev ve tê standin ji aliyê EMAyê hat pesendkirin.

Hatiye diyarkirin ku wê dermanê Paxlovid ji bo temen mezinên xeterî li ser wan heye bê bikaranîn.