Ahmet Altan ji girtîgehê hate derxistin
15 nîsan 2021 13:01
PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê Bilind a 16em, do Çarşemê biryara berdana rojnamevan û çîroknivîsê navdar Ahmet Altan kir û piştî vê biryarê Ahmet Altan serbest berdan.
Parêzera Ahmet Altan, Figen Albuga Çalikuşu, ji ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir, Altan ji girtîgehê hate derxistin.
Dadgehê pêdeçûna xwe ya ser doza Altan qedand û 10 sal û 6 meh cezayê zindanê pûç kir, ku bi îdiaya piştgirîya darbeya leşkerî ji wî re hatibû birîn. Herwiha bi sedema dema ku Altan li zindanê maye, biryar da ku ew ji girtîgehê were derxistin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Dadgehê pistî îtiraza dozger Ahmet Altan car din sand girtîgehê
13 mjd 2019
Jiyan
Ji bo nivîskar Ahmet Altan biryara girtinê hat derxistin
12 mjd 2019
Cîhan
Qeyûmê Mêrdînê 420 karker ji kar derxistin: Ahmet Turk bertek nîsan da
07 mjd 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin