Agir bi rafîneriya Abdanê ket

28 hezîran 2018 21:09
Agir bi rafîneriya Abdanê ket

PeyamaKurd- Li welatê Îranê li bajarê Abadanê, agir bi tesînên petrokîmyayê ket û gelek xesar giha tesîsê. Di ser de kesek jî mir û 18 kes jî birîndar bûn. Ajansa ISNA yê ya xwendevanên Îranê ragihand ku li nêzî Kendava Basrayê, li bajarê Abadanê di tesînên petrokîmya de, ber destê sibê şewat derket. Tîmên agirkujiyê karibûn di demeka nêz de agir vemirînin.

Rafîneriya Abdanê di nava tesîsên Îranê yên petrolê de yek ji yên herî mezine.