Agir bi petrola Îranê ket!..

06 gulan 2019 17:09
Agir bi petrola Îranê ket!..

PeyamaKurd - Malpera Tesnîm a Îranê bi zimanê rêveberê giştî yê krîza parêzgeha Xuzistanê ragihand, îro dema karkirina boriya neftê ya Omîdiye ya Ehwazê, agir bi boriya neftê girtiye.

Rêveberê Giştî yê Krîzan li Parêzgeha Xuzistanê Kiyamers Hacîzade derbarê bûyerê de da xuyakirin, “Îro 06.05.2019ê li demjimêr 10:00an dema çêkirina boriyekê ku Buldozerê li ser kar dikir, buldozerê li boriya 42 înc a neftê daye û ji ber wê jî agir girtiyê.”

Hacîzade got, agir 45 xulekan berdewam kiriye û piştre ji aliyê tîmên agirkuj ve hatiye kontrol kirin.