Agir bi Kampa Holê ket: 4 kes mirin, 18 jî birîndar bûn
28 sibat 2021 14:30
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê agir bi konên penaberan ketiye û di encamê de 4 kesan can daye û 18 kes jî birîndar bûne.
Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” ragihandiye ku ji ber teqîna sobeyekê, agir bi konên kampa Holê ketiye û di encamê de 4 kesan can daye û 18 kes jî birîndar bûne.
Hat dayirkirin ku birîndar ji bo nexweşxaneya Hesekê hatine veguhestin û birînên hinan ji wan giran in.
Kampa Holê li bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye ku li gorî NY 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Kampa Holê sewat çêbû: Zarokekî can da, 3 kes jî birîndar bûn
18 adr 2022
Jiyan
Agir bi xwaringeha 7 qatî ket: 43 kes mirin û 22 kes birîndar bûn
01 adr 2024
Koçber
Agir bi besa Kovidê ket: 3 kes mirin û 3 kes birîndar bûn
29 brf 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin