Afrinpost: 'Li Efrînê bi kêmî 37 kerxane vebûne û jinên çekdaran di wan de dixebitin'
PeyamaKurd – Li gorî raporteke malpera Afrinpostê ku taybet nûçe û kiryarên li Efrînê rû didin belav dike, jinên çekdarên tundrewên îslamî yên bi ser Tirkiyê ve ku bo Libyayê têne şandin li kerxaneyan dixebitin ku hejmara kerxaneyan jî li Efrînê gelekî zêde bûye.
Li gorî zanyariyan herî kêm li bajarê Efrînê 37 kerxane vekirî ne û ji aliyê serokên komên çekdar ve têne birêvebirin.
Di raportê de bal tê kişandin ku her diçe li Efrînê hejmara kerxaneyan zêde dibe û tê gotin, “Piştî ku hejmarên zêde yên çekdarên milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn û komê bi navê Ceyş El-Hur ango Artêşa Niştîmanî ya Surîyê ya bi ser Tirkiyê ve, ji bo şerê li Libya hatin rêkirin da ku li gel milîsên hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa niştîmanî ya Libyayê şer bikin, kerxane li bajarê Efrînê û bi taybet li taxa Mehmûdiyê zêde bûne.”
Li gorî Afrinpostê, dema çekdar diçin şerê Libya, jinên wan bi tenê dimînin, di encama vê yekê de kerxane zêde dibin.
Li gorî nûçeyê kesayetekî ji Helebê ku piştgiriya xwe ji serokên komên çekdar ên mezin û bi bandor digire, li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê kerxaneyek vekir û 200 jinên niştedagîr ên ku hevserên wan çûne Libya, diçin wê kerxaneyê herwiha çekdarên Îslamî bi xwe jî rojane diçinê.
Herwiha li gorî zanyariyên xwecihî, li herêma Efrînê piştî Adara 2018an ku hatiye dagirkirin, fihûş gelekî zêde bûye û ew kerxaneyên hatine vekirin jî bi giştî ji aliyê serokmilîsan ve têne birêvebirin.
Li gorî agahiyên Afrinpostê ji hundirê bajarê Efrînê berhev kirine; 10 kerxane li taxa Mehmûdiyê, 20 li taxa Eşrefiyê û 7 jî li taxa Zîdiyê vekirî ne û dibe zêdetirî wê hejmarê bin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin