AFP: Tankên Îsraîlê rêya sereke ya Xezeyê girt…

30 cotmeh 2023 23:21
AFP: Tankên Îsraîlê rêya sereke ya Xezeyê girt…

PeyamaKurd – Hate ragihandina ku tankên artêşa Îsraîlê îro 30yê Cotmehê roja Duşemê, rêya sereke ya Şerîda Xezeyê girtine.

Ajansa AFPê ragihandiye ku îro tankên Îsraîlê ketine hûndirê Xezeyê û rêya ku bakur û başûrê Xezeyê girê dide ango otorêya Selahaddîn ji çûnûhatinê re girtine.

Hate diyarkirin ku tankên Îsraîlê gihîştine heta taxa Zeytûn a Xezeyê û ji wir li ser wesayîtên derbas dibin guleyan direşînin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî doh bang li xelkê bakûrê Xezeyê kiribû berê xwe bidin başûrê herêmê.