AFP: Artêsa Tirkiyê li konwoya rejîma Sûriyê xist: 26 kustî

01 adar 2020 04:07
AFP: Artêsa Tirkiyê li konwoya rejîma Sûriyê xist: 26 kustî

PeyamaKurd- Artêşa Tirkiyê ji hewa û bejayiyê de li hedefên artêşa Sûriyê dixe. Ajansa Fransayê AFP (Agence France-Press) ragihand ku Tirkiye bi SİHA (dronan) yan li ser rêya Kefranbel Xasê li konwoyeka rejîmê xistiye û di operasyonê de 26 leşkerên rejîmê kuştiye.

Li aliyê dinê malpera Îranê ya bi navê Hawzahnews ku ya medreseyên şî’a yên bajarê Qûmê ye, ragihand ku li Idlibê, roja duhî 18 çekdarên bi ser tûxayên Zeynebiyyûn û 3 çekdarên bi ser tûxayên Fatimiyyûn hatine kuştin. Bo kesên kuştî wê li bajarê Qûmê, li turbe ya Fatîma î Masûme merasim bê çêkirin û wê li Goristana Masûme bên definkirin.