AFAD tîmên xwe yên li Kurdistana Bakûr rewaneyê Îzmîrê dike

31 cotmeh 2020 01:34
AFAD tîmên xwe yên li Kurdistana Bakûr rewaneyê Îzmîrê dike

PeyamaKurd – Piştî li bajarê Îzmîr a Tirkiyê bi pileya 6.6 erdhejekî dijwar çêbû û halê nişteciyên Îzmîrê xerabtir bû, wezareta navxweyî ya Tirkiyê tîmên xwe yên li Kurdistanê yên AFAD ê şand bo bajarê Îzmîrê. Li Îzmîrê her diçe encama erdhejê nexweştir dibe û heya niha 12 kes wefat kirine û 419 kes birîndar bûne.

Li ser halê niha, tîmên AFAD ê ji Kurdistanê ji bajarên Erzeromê, Ezirgan û Agiriyê bi balafireka kargoyê birêketin da herin Îzmîrê. Ji her sê bajaran 6 alav û tîmên rizgarkirinê ku ji 40 kesan pêk tê, ewilî li bajarê Erzeromê gihane hev û ketin rêya hewayî.