AFAD: Di pey erdheja Bîngolê de 235 erdhejên din çêbûne
PeyamaKurd- AFAD ê ragihand ku piştî erdheja Bîngolê ku dereca wê 5.7 bû, 235 erdhejên din jî çêbûne û 4 ji wan, dereca wan di ser dereca 4 an de bûne. AFAD bi awayekî nivîskî weha got:
“Di roja 14.06.2020 siet di 17.24an de, li bajarê Bîngolê, li navçeya Karliovayê (Kanîreş) bi dereca 5.7 erdhej çêbûye. Erdhej li Meletiyê, Dêrsimê, Xarpêtê, Ezirganê û Rihayê hatiye hîskirin. Erdhej li navçeya Çadê ya bi ser Erzeromê, li Kanîreş a Bîngolê, li navçeyên Adaklı û Yedîsû yê bûye sedema ku avahî xerab bûne. Hemwelatiyekî me jiyana xwe ji dest daye.35 hemwelatî birîndar bûne. 31 hemwelatî hatine dermankirin û çûne malên xwe. Kızılayê li herêmê tîmên xwe wezîfedar kiriye da xwarinê belav bike.Têra 18 hezar û 500 kesan xwarina germ, 4 hezar kumanya paket, 433 kolî yên xidayê, 5 hezar kîtên sahrayî yên metbexê, 73 xebatkar û 43 alav bo deverê hatine şandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin