Abdulnasir Ahmed: Li Kerkûkê 10 gundên Kakeiyan hatine valakirin

26 îlon 2020 21:42
Abdulnasir Ahmed: Li Kerkûkê 10 gundên Kakeiyan hatine valakirin

PeyamaKurd – Serokê komîsyona deverên Kurdistanî yên ku arîşe li ser wan hene û di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ne, Abdulnasir Ahmed ragihand ku bi sedema ku xelkê van deveran Kurdin, zorê didin ser wan deveran. Ahmed, bo Rûdawê ragihandiye ku ji Xaneqînê heya devera Şengalê li her deverî heman arîşe hene.

Abdulnasir Ahmed ragihandiye ku divê Kurd di mijarê de yekdeng bin û di vê hefteyê de wê heyetekî ji Herêma Kurdistanê here seredana Bexdayê da li ser vê mijarê biaxifin. Ahmed gotiye berê bi sedema êrîşên İŞİD ê û niha bi sedema Erebkirinê li Kerkûkê ji 15 gundên Kakeiyan 10 ji wan hatine valakirin. Di mijarê de akademîsyenê Kurd û hem ji Kurdên Kakeî, Ferhad Kakeî weha ragihandiye:

“Valakirina gundên Kakeiyan di sala 1970 an de destpêkir û dixwazin deverên em lê dijîn bikin Ereb. Niha tenê 5 gundên me tijene.10 gund hatine valakirin. Xelk di şevê de ji gund dertê û biroj diçe gundê xwe. Ne tenha li Kerkûkê her weha li Xaneqînê jî rewş eyniye. Hukumeta Iraqê li hember van kiryaran bêberpirsiyarî tevdigere. Ji ber em Kurdin, van tiştan tînin serê me. Ji ber milliyet û cudatiya baweriya olî, van tiştan tînin serê me. Kakeî li Mûsilê, Kerkûkê û Diyalayê bi Erebena re cîranin. Yanî em li rêza ewilîne.”

Ferhad Kakeî dibêje ku İŞİD êrîşê deverên Kurdistanê yên ku arîşe li ser wan hene dike û gotina xwe weha bi dawî aniye:

“Heya artêşa Iraqê gundan û xelkê biparêze, tê xwe li gunda bicîh dike û xelk wan diparêze.”