9 roj pistî kustina Kasikçi tîmek hatiye Îstenbolê

05 mijdar 2018 15:04
9 roj pistî kustina Kasikçi tîmek hatiye Îstenbolê

PeyamaKurd- Tîma Erebistana Si’ûdiyê bo xwe ji cenaze û delîlên Cema Kaşıkçı yên balyozxaneyê rizgar bikin, piştî bûyerê bi 9 rojan an ku di 11ê mehê de kîmyagerekî û pisporekî toksolojiyê şandin Îstenbolê.

Hat ragihandin ku ev tîm bo paqijkirina delîlan hatine Îstenbolê. Di agahiyê de navên her du kesan tê gotin ku yek ji wan kimyager Ahmed Abdulazîz Aljanobî û pisporê toksikolojiye Xalid Yehya El Zehraniye. Hefteyekî li balyozxanê mane. Ev her dû kes bi tîma bo lêkolînan re hatine û di 20 ê mehê de ji Tirkiyê çûne.

Di nûçeyan de behsa asîtê tê kirin ku dibe di bûyera paqijkirina delîlan de asît hatibe bikaranîn.