9 karkerên saredariya mezin ya Mersînê ji ber PKK/KCK ê hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Mersînê 9 karkerên şaredariya mezin bi sedema ku propoganda rêxistina PKK/KCK ê kirine, ji aliyê hêzên asayîşê de hatin binçavkirin. Giliyên 9 kesan di ser tora Navenda Gihandina Serokkomariyê (CİMER ) ya Tirkiyê de, ji aliyê gelek kesan de hatiye kirin. Piştî giliyên di ser CİMER ê de, serdozgeriya Komarê dest bi lêpirsînê kiriye û beşa TEM ê ya asayîşê ya Mersînê nasnameya 10 kesan tesbît kiriye ku porpoganda PKK ê kirine.
Hatine tesbîtkirin ku her deh kes li şaredariya mezin ya Mersînê dixebitin û avêtine ser malên wan. Di encamê de kesên bi navên F.E, A.K, B.B, D.B, H.S, K.B, M.E.İ, A.K. û S.M. hatine desteserkirin. Kesê bi navê İ.G.heya niha neketiye dest.
Di operasyonê de 180 polîs cîh girtine. Gumanbar piştî hilbijartina 31 ê adara 2019an ketine kar. Hêzên asayîşê an dadgehî heya niha ji bo binçavkirina van 9 kesan delîlekî di dest de nîşan nedaye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin