650 hezar pirtûk dan pirtûkxaneyên dibistanên Agiriyê

10 sibat 2022 01:36
650 hezar pirtûk dan pirtûkxaneyên dibistanên Agiriyê

PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê di çarçoveya ‘projeya wê ti dibistan bê pirtûkxane nemîne’ de, ji bo 554 pirtûkxaneyan 650 hezar pirtûk dan pirtûkxaneyan. Li ser desteka pirtûkxaneyan parêzger û rêvebirên Agiriyê li dibistanekî merasima vekirina pirtûkxaneyekî kirin.

Parêzgerê Agiriyê Varol ragihand ku desteka herî mezin li Agiriyê ye û weha dewam kir:

“Ji 1071 cûre pirtûkan 650 hezar pirtûk ketin pirtûkxaneyên me. Heya dawiya salê, em difikirin ku temamî yek mîlyon pirtûkî bikin. Di dewra pêşiya me de, hedefa me ew e ku bigihê 2 mîlyonî. Em dixwazin zarokên me çi cûre pirtûkê bixwazin, karibin bibînin.”