60 hezar û 14 koçber hatin dersînorkirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku ji destpêka sala 2022yan ve di nav sînorên Bakurê Kurdistan û Tirkiye de 132 hezar û 430 koçberên neyasayî hatine destserkirin û 61 hezar û 14 ji wan hatine dersînorkirin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyeman Soylu îro 2yê Tebaxê li ser hesabê xwe yê medya civakî amarên koçberên bi qaçaxî ketine nav sînorên Tirkiyê belav kir.
Soylu eşkere kir: “Di sala 2022yan de 132 hezar û 430 koçber hatine destserkirin û 61 hezar û 14 ji wan li welatê wan hatine vegerandin.”
Herwiha Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê diyar kiriye ku ew berdewamî rê li ber hatina koçberan digirin, lê rojane bi dehan koçberên piraniya wan Afgan û Pakistanî di nav sînorên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de têne destserkirin ku ji ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê dibin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin