5ê Adarê civîna çaralî tê lidarxistin

23 sibat 2020 13:30
5ê Adarê civîna çaralî tê lidarxistin

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku wê 5 Adarê ji bo rewşa Idlibê civîneke çaralî ligel Rûsya, Almanya û Fransa were lidarxistin.

Erdogan li bajarê Îzmirê got ku wê civîn ligel Serokwezîra Almanya Angela Merkel, Serokê Rûsyayê Viladîmir Putin û Serokê Fransa Emmanuel Macron pêk were.

Erdogan herwiha bal kişand ser pêwendiya telefonê ya bi Putîn re û got, “Ji bo me meseleya Idlibê bi kêmanî bi qasî Efrînê girîng e.”

Serokê Daîreya Ragihandinê ya Serokatiya Tirkiyê Fahrettîn Altun jî gef li rejîmê xwar ku sebra wan li hemberî kirinên rejîmê nemaye û got, “Artêşa Rejîmê ya Tirsonek nikare li pêşiya me raweste û li ber xwe bide”