55 karker ji xwarinê bi jehrê ketin û wan birin nexwesxanê
03 tîrmeh 2021 02:36
PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê di fabrika tekstîlê de di wexta xwarina firavînê de ji 200 karkeran 55 ji wan bi xwarinê, bi jehrê ketin. Karker ji serêş û lihevketina mîdê gilî û gazinên xwe dikirin. Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê çûn fabrîqê û 55 karkeran birin nexweşxane yên bajêr. Piştî tedawiya wan li nexweşxaneyan, wan şandin malên wan û hewce nedîtin ku wan li nexweşxaneyan bihêlin an razînin.
Rêvebirê tenduristiyê yê bajarê Meletiyê Prof. Dr. Recep Bentli ragihandiye ku ne hewceye nexweş li xestexaneyan razên û wan şandine fabrîqê an malên wan. Nûmûneyên xwarinan birine labaratûwaran û li benda encamê ne bê di xwarinan de tiştekî jehrê an xeta heye an na.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
150 xwendevan ji ber xwarinê bi jehrê ketin û wan birin nexwesxanê
22 brf 2023
Jiyan
Basrayî ji ber ava vexwarinê bi jehrê ketin
22 îln 2018
Jiyan
Li Ankara bi gumana jehrbûnê 154 karkeran birin nexwesxanê
27 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin