4 serokên din ên parêzgehan ên CHPyê hatin dûrxistin

22 tîrmeh 2026 18:55

Muslim Sarı, berdevkê wê rêveberiya ku bi biryara dadgehê ji bo CHPyê hatibû tayînkirin, ragihand ku çar serokên din ên parêzgehan hatine dûrxistin.

4 serokên din ên parêzgehan ên CHPyê hatin dûrxistin

RûpelNews - Serokê CHPyê Kemal Kılıçdaroglu, Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) li navenda giştî ya CHPyê kom kir. Di civînê de biryar hat dayîn ku çar serokên din ên parêzgehan bên dûrxistin.

Muslim Sarı berdevkê wê rêveberiya ku ji aliyê dadgehê ve hatibû tayînkirin piştî civînê axivî û dûrxistina serokên parêzgehên Kutahya, Uşak, Karaman û Çankırıyê ragihand.

Di heman demê de, ji bo parêzgehên Eskişehir, Sivas, Kırşehir, Karaman û Uşakê tayînkirinên nû hatin kirin.