4 birîndarên sewata Mûsilê ji bo derman birin Tirkiyê
29 îlon 2023 03:57
PeyamaKurd – Li bajarê Mûsilê li navça Hamdaniyê piştî di salona dawetê de şewat derket, ji 100î zêdetir kes mirin û ew çend jî birîndar bûn, ji birîndaran 4 kesan şandin Tirkiyê ji bo tedawiyê. Bi 4 kesan re 10 xebatkarên tenduristiyê refaqetê dikin. Li gor ragihandina nivîsîngeha serokwezîrtiya Iraqê mijar wehaye:
“Bi fermana serokwezîr Muhammed Şiya es-Sudani ji birîndarên bûyera xemgînî ya navça Hamdaniyê, 4 birîndar bi 10 kesên bi wan re refaqetê dikin, hatine şandin ji bo Tirkiyê.”
Ji refaqetvanan 2 ji wan doktor in û bi wan re hemşîre hene.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Di bin kontrola Îsraîlê de 5 TIR derman birin Xezzayê
18 rbn 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin