34 bajêrî li dijî DAIŞê operasyon: 198 kes hatin binçavkirin

08 nîsan 2026 21:59

Li 34 bajêran operasyonên hevdem li dijî DAIŞê hatin kirin. Di demekê de ku li dijî 273 gumanbaran doz hat vekirin, 198 kes hatin binçavkirin.

34 bajêrî li dijî DAIŞê operasyon: 198 kes hatin binçavkirin

RûpelNews - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Akin Gurlek di daxuyaniyekê de li ser medyaya civakî diyar kir ku piştî êrîşa çekdarî ya sê terorîstan a duh li ser xaleke kontrolê ya polîsan li Levent a Stenbolê, di bin hevrêziya Serdozgerên Giştî de operasyonên berfireh li dijî DAIŞê dest pê kirine.

Gurlek da zanîn ku operasyon li bajarên Edene, Afyon, Antalya, Balikesîr, Êlih, Çanakkale, Amed, Dûzce, Eskîşehîr, Elezîz, Erzirom, Erzincan, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Meraş, Kûtahya, Qeyserî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Osmaniye, Sakarya, Samsun, Sêwas, Riha, Trabzon, Wan, Yalova û Yozgat hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di derbarê gumanbaran de xebatên hiqûqî yên pêwîst berdewam in.