3 senatorên Amerîkî pistî 6 salan ji ser Tirkiyê derbasî Sûriyê bûn

28 tebax 2023 21:54
3 senatorên Amerîkî pistî 6 salan ji ser Tirkiyê derbasî Sûriyê bûn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hejmarek senatorên Amerîkayê piştî 6 salan cara yekem ji ser sînorên Tirkiyeyê derbasê Bakurê Sûriyê bûne ku ew herêm di bin kontrola komên opozîsyonê de ye.

Li gorî ragihandina Associated Press’in (AP) 3 endamên kongreya Amerîkayê yên ji Partiya Komarî derbasî Sûriyê bûne û li wir jî peyama ku li dijî normalbûna bi rêjîma Esed re dane.

Hate diyarkirin, endamên kongreya Amerîka French Hill, Ben Cline û Scott Fitzgerald 27ê Tebaxê beyaniyê ji ser deriyê Oncüpınar derbasî Helebê bûne û piştî serdana saetekê jî vegeriyane û piştgiriya xwe bo opozîsyona Sûriyê diyar kirine.

Hêjayî gotinê ye, herî dawî sala 2017an Senator John McCain, li bakurê Sûriyê serdana leşkerên Amerîkî kiribû û bi lîderên opozîsyonê re civiyabû.