‘3 partiyên din tevlî ENKSê bûn, sîwana nû ya PYDê guhertina navê TEV-DEMê ye’
PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Neşet Zaza da xuyakirin ku hin pirsgirêk di navbera ENKS û bi taybet TEV-DEM/PYDê de hene û divê ew pirsgirêk bên çareserkirin
Endamê Polîtburoya PDK-Sê Neşet Zaza li ser tevlîbûna hejmarek ji partiyên di nava ENKSê de ji K24ê re ragihand, ew partiyên niha derbasî nava ENKSê bûne, pêştir di nava ENKSê de bûn, lê ji ber ku perçebûn di nava wan de çê bûbû, ENKSê karê wan rawestandibû, lê piştî wan partiyan kongreyên xwe girê dan û partiyên cuda xwe nîşan dan, careke din daxwaza vegera nava ENKSê kirin, ENKSê jî daxwaza wan qebûl kir.
Neşet Zaza got, partiyên nû tevlî ENKSê bûne, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Partî), Şepêla Pêşeroj a Kurdistana Sûriyê û Şepêla Azadiyê ya Kurdistanî ne.
Li ser sîwana nû ya bi navê Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî hatiye ava kirin, Neşet Zaza got: “
Ev sîwan ne nû ye, tenê wê navê xwe guhartiye. Pêştir ev partî bi hevbendiyekê di nava TEV-DEMê de bûn. Herwiha ev hemû partî jî di nava Rêveberiya Xweser de ne, ya ser bi PYDê ve.”
Endamê Polîtburoya ENKSê da zanîn: “Ti pirsgirêkên me bi ti partiyekê re nîn in û em dijberiyê bi ti partiyekê re nakin. Em wek ENKSê, helwesta me ji destpêkê ve ew e, Kurd hemû di bin sîwanekê de li hember dost û dijminên xwe bibin yek. Lê hin pirsgirêk di navbera ENKS û bi taybet TEV-DEM/PYDê de hene û divê ew pirsgirêk bêne çareserkirin û bigihin rêkeftinekê ku bikeve bin xizmeta gelê me de.”
Li ser pirsa yekrêziya navmala Kurdî jî got: “Yek ji daxwaza sereke ya ENKSê, yekrêziya Kurd e, ji bo mafê gelê Kurd di hundir Kurdistana Sûriyê de biparêze. Dabeşkirina tevgera siyasî ya Kurdî di navbera rêjîm û opozîsyonê de, hîşt ku pirsa Kurd li her deverekê lawaz bibe, ji ber wê ji her demekê bêhtir jî Kurd yekrêz bin, ta bikarin pirsa xwe bihêz bikin.”
Zaza diyar kir: “Mixabin rêkeftinên berê hatibûn îmzekirin, PYDê pabendî wan nebû, ji ber wê jî em niha gihîştine astekê ku herêmên me yên Kurdî hatin dagîrkirin û xelkê me tarbelav bû û koçberî welatên derve bibin.”
Neşet Zaza destnîşan kir: “Di vê qonaxê de, heger ew (PYD) lixwe vegerin û vegerin nava rêza Kurdî û tevgera Kurdî, em ji wê yekê re amade ne, ta bikarin bi kêmanî tiştê maye û xelkê xwe di hundirê Kurdistana Sûriyê de maye biparêzin û piştre jî mafên gelê Kurd di hundir Sûriyeya pêşerojê de bicih bikin.”
Di derbarê krîza Sûriyê de got: “Niha tê xuyakirin hin hevtêgihîştin di navbera hêzên mezin de li ser Sûriyê hene û guhartin çê dibin. Heger tevtêgihîştinek di navbera wan de çê nebe, rewşa Sûriyê çareser nabe, ji ber ku çareserî ne di destê rêjîm û opozîsyona Sûriyê de ye.”
Li ser projeya Amerîka jî Neşet Zaza ev agahî dan: “Amerîkî jî kar li projeyekê derbarê rojhilatê Firatê de dikin, ew proje jî ne tenê bi Kurda ve girêdayî ye, belkû girêdayî hemû pêkhateyan e, lê Kurd tê de beşê sereke ye, ji ber ku ev herêm, herêmeke Kurdî ye û pêkhateyên din jî di vê herêmê de bi me re dijîn û hevparê me ne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin