3 endamên saneyeke vesarî ya DAISê hatin desteser kirin

11 mijdar 2020 00:51
3 endamên saneyeke vesarî ya DAISê hatin desteser kirin

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku ligel hevpeymaniya navdewletî operasyonê ser şaneyên veşarî yên DAIŞê berdewam dikin, li bajarokê Bisêra yê Dêrazorê şaneyeke 3 kesî ya DAIŞê desteser kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên wan şaneyeke çekdarên DAIŞê ku ji 3 kesan pêk tê, li bajarokê Bisêra yê Dêrazorê girtin.

Herwiha mikurhatinên wê şaneyê jî hatine belavkirin ku tê gotin, yek ji wan 10 meh berê tevlî DAIŞê bûye û yekî din jî berê endamê Artêşa Azad a opozîsyonê ya girêdayî Tirkiyê bûye û piştre dilsozî daye DAIŞê.

Endamê şaneyê yê sêyemîn jî ji sala 2015an ve bi DAIŞê re kar dike.

HSDê sê roj berê jî di encama operasyonekê de, 5 terorîstên DAIŞê li gundewarê Dêrazorê girtibûn.