200 cîhadiyan êrîsî artêsa Sûriyê kir
PeyamaKurd – Serokê Navenda Lihevanîna Aliyan a Rûsyayê li Sûriyê, Sergey Solomatin ragihand, 200 milîtanên cîhadî yên girêdayî El Nusra – Heyet Tehrîr Şamê êrîşî çeperên artêşa Sûriyê kirin.
Fermandarê Rûsî da zanîn ku rewşa herêma Idlibê ya kêmkirina rageşiyê ber xirabiyê ve diçe û got ku wan Tirkiye bi vê rewşê agahdar kiriye.
Solomatin ragihand, bi qasî 200 cîhadiyên girêdayî artêşa muxalîfên Sûriyê ku alîgirên Tirkiyê ne, êrîşî herêla Ebu Duhur û Ebu Şarc ên Idlibê kirine û artêşa Sûriyê bersiva wan daye û piştî gelek winhdahiyan reviyane.
Hêjayî gotinê ye, di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ya navbera Rûsya û Tirkiyê de, Tirkiyê soz dabû ku komên muxalîf bêçek bike û wan li herêmeke ewle kom bike, lê heta niha jî ev yek pêk nehatiye û hevkariya Rûsya-Tirkiyê jî berdewam e li herêmê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin