2 xwendekarên Kurd di ezmûna zanîngehê ya Îranê de pûanê herî bilind standin
PeyamaKurd - Du xwendekarên ji Rojhilatê Kurdistanê, di ezmûna zanîngehan ya Îranê de pileyên herî bilind di beşa xwe de bi dest anîn.
Ezmûna zanîngehan li Îranê, ku jê re dibêjin “konkor” û di 5 pişkan de tê kirin, îsal ji ber belavbûna vîrusa Koronayê mehekê hatibû paşxistin û di nav 4 rojan de, 16-17- 18 û 19ê vê mehê de, hat kirin.
Dezgeha perwerdeya Îranê serkeftiyên yekemîn heta dehemîn ên ezmûnê eşkere kir.
Di pişka zanistên mirovî de xwendekarekî xelkê bajarê Ûrmiyê bi navê Mehdî Mihemedî Temer di nav 314 hezar û 498 xwendekaran de pileya yekem bi dest xist.
Di pişka zanistên tecrubî (nojdarî) de jî şagirdekî din yê xelkê Ûrmiyê bi navê Elî Molanî karî pileya pêncem di nav 506 hezar û 908 kesan de bi dest bîne.
Îsal bi giştî zêdetirî milyonek xwendekar di ezmûna konkorê de û di 5 pişkan de (fîzîk û matematîk, nojdarî, zanistên mirovî, huner, ziman) hevrikî kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin