2 ji wan polîs 3 kes di êrîseke çekdarî de hatin kustin
25 gulan 2023 21:31
PeyamaKurd – Li welatê Japonya herêma Nagano di encama êrîşeke çekdarî de 2 ji wan polîs 3 kes hatin kuştin.
Li gorî ragihandina medya japonî, êrîş li herêma Nagano ya naverasta Japonyayê rû daye û kesekî bi çek û êrîş ser hejmarek efserên polîs kiriye.
Hat ragihandin ku di êrîşê de du polîs û kesekî din hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku polîsan li nav avahiyekê ciwanek bi tohmeta wê êrîşê desteser kiriye ku lêpirsîna wî dewam dike.
Japonya welatekî aram e û zêde bûyerên bi vî rengî rû nadin. Di 2018an de li Japonyaya ku nifûsa wê 125 milyon kes bû, tenê 9 bûyerên kuştina bi çekan hatine tomarkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Pakistan | Sê polîs di êrîseke xwekujî de hatin kustin
24 mjd 2025
Jiyan
Hema | Di êrîseke çekdarî de 10 elewî hatin kustin
01 sbt 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin