18 welatên Ewropayê banga cezakirina berpirsên tawanên ser ên li Sûriyê kirin

02 nîsan 2021 00:03
18 welatên Ewropayê banga cezakirina berpirsên tawanên ser ên li Sûriyê kirin

PeyamaKurd – Wezîrên Derve yên 18 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) bi daxuyaniyeke hevbeş bangewazî kirin, tawanên di şerê Sûriyê de heta niha hatine kirin werin cezakirin û hesab bê pirsîn.

Li gorî ragihandina ajansa AFPê, wezîrên Yekîtiya Ewropayê dane xuyakirin ku divê ji bo tawanên şer ên ji destpêka şerê 2011an ve pêk hatine, hesab bê pirsîn û ew ê banga hesabxwestinê ji rejîma Sûriyê û milîsên girêdayî wê bikin.

18 wezîran diyar kiriye “Divê balê bidin ser 10 salên kiryarên hovane yên hatine kirin” û gotin, welatên wan li ser rijd in ku kesên tawanên şer pêk anîne werin cezakirin.

Di daxuyaniya hevbeş de hatiye bibîrxistin, di 10 salên dawî de nêzî 400 hezar kes hatine kuştin û zêdetirî 6 milyon kes ji ber “binpêkirinên mezin ên mafên mirovan” neçarî koçberiyê bûne.

Herwiha bang li Dadgeha Cezayan a Navnetewî jî hat kirin li ser tawanênli Sûriyê pêk hatine lêpirsînê veke û tawanbaran ceza bike.