171 hezar koçber sînorê Meksîkayê ber bi Amerîkayê de derbas kirin
03 nîsan 2021 04:25
PeyamaKurd – Di meha adarê de ji ser sînorê Meksîkayê 171 hezar koçber sînor derbas kirin û çûn Amerîkayê. 16 sale ku cara ewilî ew çend koçber derbasî Amerîkayê dibin. Di wexta Trump serokê Amerîkayê bû, dixwest dîwar di navbera Amerîka û Meksîkayê de ava bike û nehêle koçber derbasî Amerîkayê bibin.
Di meha yekê ya 2021 ê de koçberên xwestine sînor derbas bikin û li ser sînor hatine girtin 78.442 koçberin. Di meha adarê de zarokên ku bê refaqet xwestine sînor derbas bikin jimara wan gihaye 18.800 an.
Mijara ew çend koçberan ku li ser sînorê Amerîkayê kom bûne, dibe sedema rexneya siyaseta Joe Biden di mijara koçberan de.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li ser sînorê Amerîka-Meksîkayê 210 hezar koçber hatin girtin
16 nsn 2022
Jiyan
Amerîkayê dawî li statuya 532 hezar koçberî anî
22 adr 2025
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin