16 çekdarên El Sebab hatin kustin
30 rêbendan 2025 22:38
PeyamaKurd - Artêşa Somaliyê eşkere kir ku li herêma Hîran di operasyonekê leşkerî de 16 çekdarên Tevgera El Şebab a girêdayî El Qaîdeyê hatin kuştin.
Ajansa Somali National News )SONNA) ragihandiye, artêşa Somalî operasyoneke berfireh li herêma Hirwan pêk anî û di encamê de gelek cihên stratejîk xistin bin kontrola xwe û 16 çekdarên Tevgera El Şebab kuştin.
Herwiha artêşê diyar kiriye ku dê çalakiyan bidomîne heta ku tevahîya welat ji komên terorîst rizgar bike û ewlehiyeke mayînde pêk bîne.
Hêjayî gotinê ye, ev zêdetirî 10 sal in hêzên Somalî şerê çekdarên Tevgera El Şebab ên girêdayî rêxistina El Qaîdeyê dikin û di çend mehên dawî de jî hin herêm ji destê wan derxistin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Bi operasyonekê 8 çekdarên El Sebabê hatin kustin
01 cot 2020
Jiyan
Hums | Hizbullahê êrîs kir: 8 çekdarên HTSyê û 2 sivîl hatin kustin
17 adr 2025
Cîhan
27 çekdarên Es Sebab hatin kustin
09 îln 2020
Cîhan
HSD: 28 çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve hatin kustin
14 rbn 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin