15 projeyên Rêxistina ZOA ya Holendî, li Herêma Kurdistanê tên cîbicîkirin

02 hezîran 2022 16:35
15 projeyên Rêxistina ZOA ya Holendî, li Herêma Kurdistanê tên cîbicîkirin

PeyamaKurd-Ji aliyê rayedarên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin ku 15 projeyên çandiniyê yên Rêxistina ZOA ya Holendî, dê li Herêma Kurdistanê werin cîbicîkirin. Hat ragihandin ku piraniya projeyan, li ser nûjenkirina rêbazên cotkariyê ye.

Rayedarên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku Nûnerê rêxistina ZOA ya Holendî Robert Bonschhansker, soz daye ku ji 50 projeyên ku li Iraqê bên cîbicîkirin, 15 proje dê li Herêma Kurdistanê werin cîbicîkirin.

Hat ragihandin ku projeyên ku dê bên cîbicîkirin, projeyên mezin û biçûk in û ew di warê handana cotkaran de ne ku dê çawa bi awayên nûjen çandiniyê bikin. Hat diyarkirin ku li ser birêvebirina çandinî û avdaniyê û çawaniya firotina berheman jî rêbaz hatine destnîşankirin.